Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da, 5 ji wan zarok 15 Filistînî hatin kuştin
Gazze
Tevî agirbestê di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da yên ji sibeha roja pêncşemê 5 ji wan zarok 15 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî agahiya ku ji rayedarên tenduristiyê hat sitandin hêzên Îsraîlê kon û xaniyên Filistîniyên ku ji cihên curbicur ên Xezeyê hatine û her wiha dibistanek kir armanc.
Li taxa Zeytûnê ya bajarê Xezeyê, di êrîşa dijî embarekê û xaniyekî da 4 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê di encama êrîşeke bi droneyê da yek jê jin, 2 jê zarokên xwîşkûbira, 4 Filistînî hatin kuştin. Hat destnîşankirin ku zarokên navborî 5 û 7 salî ne.
Di êrîşa li Kampa Cîbaliyeyê ya dijî dibistanekê ku penaber tê da ne, kesek hat kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Bêt Lahiya, Dêr Beleh û Kampa Penaberan a Bureycê jî, kon û xanî hedef hatine girtin, kuştî û birîndar hene.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê jî ragihand ku ji sibeha pêncşemê pê va hejmara qurbaniyên êrîşên Îsraîlê li deverên cuda yên Xezeyê gihîştiye 15 kesan, di nav wan da 5 zarok hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
