Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku agirbest binpê kir û bir li ser navend û başûrê Xeta Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê ku wek çavkanî xwe dispêre bijîşkan, artêşa Îsraîlê rojhilatê Dêr el-Belahê ya li navenda Xezeyê hedef girt.

Di êrîşa ku ji wesayîtên eskerî hat kirin da Nesîm Ebul Ajîn ê 20 salî hat kuştin.

Bajarê Refahê yê li başûrê Xezeyê jî bû hedefa bombeyên Îsraîlê.

Jineke ciwan a Filistînî ya bi navê Dalîa Xalid Asfur jî di bombebarana li ser mala malbata wê ya li Kolana Daxiliyeyê ya li navenda bajêr da hat kuştin.

Di êrîşa topan ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Beyt Lahiyayê ya li bakurê Xezeyê da Filistîniyek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê îro serê sibê êrîşên hewayî û topan biribû li ser rojhilatê bajarê Xezeyê û rojhilatê Refah û Xan Yûnisê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın