Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê yên 24 saetên dawî da 51 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetan da 51 kes zêde bûn û gihîşt 55 hezar û 959an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da 51 kes ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê hatin kuştin û 104 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 55 hezar û 959an, ya birîndaran jî bû 131 hezar û 242.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di 18ê Adarê êrîşên li dijî Xezeyê dîsa da destpêkirin ku di van êrîşan da 5 hezar û 647 Filistînî hatin kuştin, 19 hezar û 201 kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.