Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da 23 Filistînî hatin kuştin

Nour Mahd Ali Abuaisha, Hosni Nedim, Safiye Karabacak  | 07.05.2025 - Rojanekırın : 07.05.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da 23 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji serê sibê pê va li deverên cuda yên Xeta Xezeyê kir da 23 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin wergirtin, di êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li ser maleke li bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê da jê yek zarok, 8 Filistînî hatin kuştin.

Di êrîşa bibombe ya Îsraîlê ya li ser maleke li bajaroka Benî Suheylayê ya li rojhilatê Xan Yûnisê da 2 kes hatin kuştin.

Di êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li ser kampa Munasirayê ya li rojhilatê bajarê Deyr el-Belahê da jê yek zarok, 3 Filistînî hatin kuştin.

Di êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li ser maleke li herêma Tel ez-Zaterê ya li rojhilatê Kampa Penaberan a Cibaliyayê da 3 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin wergirtin, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser dibistana "El-Kerame"yê ya li taxa Tuffahê ya li rojhilatê Xezeyê ya ku kesên koçber lê bi cî bûne da jî 7 Filistînî hatin kuştin. Hat ragihandin ku di nav kavilên dibistanê da gelek kes hene.

Şahidan ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bakurê Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Xezeyê hilweşandina xanîyan didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın