Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên ku xanî û konên Xezeyê kirin armanc da 13 kes hatin kuştin

Ramzi Mahmud, Mahmut Geldi  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên ku xanî û konên Xezeyê kirin armanc da 13 kes hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku xanî û konên Xeta Xezeyê kirin armanc da di nav da zarok jî hene herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şahidan û çavkaniyên nexweşxaneyê sitandin, artêşa Îsraîlê li bakurê bajarê Xezeyê bi êrîşa asîmanî xaniyê malbata Selfîtiyê kir armanc.

Di encama êrîşê da agir bi xanî ket û wêran bû û tê da 3 Filistîniyan canê xwe ji dest da gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê her wiha li herêma Dê Belehê, êrîşa asîmanî bir ser konekî sivîlên Filistînî û di êrîşê da 5 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Xan Yûnisê jî di êrîşa Îsraîlê da 2 jê zarok herî kêm 3 kes hatin kuştin û zêdetir ji 15 kesan jî birîndar bûn.

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li herêma Mewasiya Xan Yûnisê li dijî konekî sivîlan da jî 2 zarok hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın