Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji agirbestê û vir va li dijî Xezeyê li dar xistin da 23 kes hatin kuştin

Istanbul
Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku piştî agirbestê dewam kirin da 23 Filistînî hatin kuştin û 122 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên herî dawî yên der barê kuştî û birîndarên ku di êrîşên Îsraîlê yên tevî agirbestê dewam kir çêbûne da parve kir.
Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyê 29 kesan anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê ku jê 22 kes ji binê kavilan hatine derxistin, 3 kes di êrîşên berê da birîndar bûbûn ku mirin û 4 kes jî di êrîşên dawîn da hatin kuştin. Ji bilî vê, 24 birîndar jî anîn nexweşxaneyan.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê li dar dixe da hatin kuştin derket 67 hezar û 967an, ya birîndaran jî bû 170 hezar û 179.
Di daxuyaniyê da hat gotin di êrîşên ku piştî agirbestê dewam kirin da heta niha 23 kes hatin kuştin, 122 kes jî birîndar bûn û 381 kes jî ji binê kavilan hatin derxistin.
Hat destnîşankirin ku di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.