Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jê 12 zarok, 36 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji serê sibê pê va li deverên cuda yên Xeta Xezeyê dan destpêkirin da, jê 15 jin û 12 jî zarok tevahî 36 Filistînî hatin kuştin.
Îsraîlê dîsa li Xeta Xezeyê malên sivîlan û sivîlên ku li cihên belavkirina alîkariyê bendê bûn, hedef girt.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, artêşa Îsraîlê malên ku li Kampa Penaberan a Nusayratê ya li navenda Xeta Xezeyê bombebaran kir.
Di êrîşê da jê 14 jin û 12 jî zarok, tevahî 30 Filistînî hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê li nêzîkî Xaçerêya Heyderê ya li rojavayê bajarê Xezeyê ya li bakurê Xezeyê, apartmanek hedef girt. Di bombebaranê da jin û mêrek hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêmeke nêzîkî navendeke belavkirina alîkariyê ya li dora Korîdora Netzarimê ya li navenda Xeta Xezeyê kom bûbûn da jî çar Filistînî hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.