Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 68 zêde bû û derket 64 hezar û 871an

Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 68 zêde bû û derket 64 hezar û 871an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 68 kuştî û 346 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 12 hezar û 321an, jimara birîndaran jî derket 52 hezar û 569an.
Qaşo li baregehên belavkirina alîkariyê yên di gotina Îsraîl-Amerîkayê da ne, Filistînî bi awayekî sîstematîk hedef tên hildan. Di encama hedefgirtina Filistîniyan da jimara kuştiyan ji 27ê Gulanê vir va derket 2 hezar û 494an, jimara birîndaran jî derket 18 hezar û 135an.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 64 hezar û 871an, jimara birîndaran jî derket 164 hezar û 610an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê daye rakirin û birçîbûn heye, di 24 saetên dawîn da 2 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, jimara kesên ku ji birçîna mirin, 145 jê zarok derket 422yan.