Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 38 zêde bû û derket 64 hezar û 756an

- Di 24 saetên dawî da ji ber kêmxwarin û birçîbûnê yek jê zarok 2 kesên din jiyana xwe ji dest da

Muhammed Emin Canik  | 13.09.2025 - Rojanekırın : 13.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 38 zêde bû û derket 64 hezar û 756an

Istanbul

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 38 kes zêde bûn û derket 614 hezar û 756an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran û kesên ku ji birçîna mirin, dan.

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 38 Filistînî hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da hatibû çêkirin, betal kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 12 hezar û 206an, jimara birîndaran jî derket 52 hezar û 18an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 64 hezar û 756an, jimara birîndaran jî derket 164 hezar û 59an.

Ji 27ê Gulanê vir va li herêmên belavkirina alîkariya însanî ku qaşo di bin navê Îsraîl û Amerîkayê da hatine avakirin, ji ber êrîşên dijî Filistîniyên li benda alîkariyê ne, hejmara kuştiyan derket hezar û 2 hezar û 479an û ya birîndaran jî derket 18 hezar û 91î.

Tê gotin ku hê bi hezaran cinaze di bin kavilan da ne.

- Li Xezeyê yek jê zarok 2 kesên din ji birçîna mirin

Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê deriyên sînor girtiye û daketina alîkariyan asteng dike di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 2 Filistîniyên din ji birçîna û kêmxwarinû jiyana xwe ji dest dan.

Jimara kesên ku li Xeta Xezeyê ji 7ê cotmeha 2023yan vir va ji birçîna mirin 143 jê zarok derket 413 kesan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın