Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 101 zêde bû û derket 60 hezar û 239an

Muhammed Emin Canik  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 101 zêde bû û derket 60 hezar û 239an

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 101 zêde bû û derket 60 hezar û 239an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 101 kuştî û 625 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 9 hezar û 71an, jimara birîndaran jî derket 34 hezar û 853an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 60 hezar û 239an, jimara birîndaran jî derket 146 hezar û 894an.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

"Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê" ku di gotina Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belakirinê ava kirin û li wan herêman bi awayekî sîstematîk Filistîniyan dixin hedef. Di encama hedefgirtina Filistîniyan da jimara kuştiyan ji 27ê Gulanê vir va derket 1132yan, jimara birîndaran jî derket 8 hezar û 818an.

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê daye rakirin û birçîbûn heye, di 24 saetên dawîn da 7 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, jimara kesên ku ji birçîna mirin, 89 jê zarok derket 154an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.