Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 100 zêde bû û derket 61 hezar û 599an

Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 100 zêde bû û derket 61 hezar û 599an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 100 kuştî û 513 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 10 hezar û 78an, jimara birîndaran jî derket 42 hezar û 47an.
"Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê" ku di gotina Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belakirinê ava kirin û li wan herêman bi awayekî sîstematîk Filistîniyan dixin hedef. Di encama hedefgirtina Filistîniyan da jimara kuştiyan ji 27ê Gulanê vir va derket 1838an, jimara birîndaran jî derket 13 hezar û 409an.
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê daye rakirin û birçîbûn heye, di 24 saetên dawîn da 2 jê zarok 5 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, jimara kesên ku ji birçîna mirin, 103 jê zarok derket 227an.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 61 hezar û 599an, jimara birîndaran jî derket 154 hezar û 88an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.