Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 71 hezar û 551an

Jomaa Younis, Ömer Erdem  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da jimara kuştiyan derket 71 hezar û 551an

Gazze

 Hat ragihandin, di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 71 hezar û 551an.

Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên dijî Xezeyê didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê da agahiyên dawîn ên kuştiyan parve kirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da kuştiyek û 7 birîndar anîn nexweşxaneyan.

Ji 10ê Cotmeha 2025an roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 466 sivîl hatin kuştin, 1294 kes birîndar bûn.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 71 hezar û 551an, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 372yan.

Li gor gotinê li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê cinazeyê hezaran hene.

- Li Xezeya ku Îsraîl nahêle sotemenî û alîkariya însanî derbas bibê, dergûşeke 7 mehî ji sermana mir

 Li Xeta Xezeya ku Îsraîl nahêle sotemenî û alîkariya însanî derbas bibê, dergûşeke 7 mehî di sir û seqemê da mir.


Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat hildan, li taxa Derecê ya ku dikeve rojhilata bajarê Xezeyê, dilê dergûşa keçik Şeza Ebû Cerrada 7 mehî di sir û seqemê da sekinî.


Jimara zarokên ku ji serê zivistanê vir va li Xezeyê di sir û sermayê da mirin, derket 9an.


Daîreya Meteorolojiyê ya Filistînê ragihandibû ku Xeze jî tê da Filistîn ket binê tesîra sir û seqema ku ji cemseran hat.


Digel agirbestê Îsraîl ji bo Xeta Xezeyê derbaskirina alîkariyê sînordar dike, bi sed hezaran kes di kûlik û çadirên hevda pevda da dijîn û li ber xwe didin.


Li herêmê barana gura ku dibare û bahoza ku radibe, çadiran serobino dike û bi taybetî zarok û dergûş di sir û sermayê da îdare nakin.


Her çend peymana agirbestê di 10ê Cotmehê da ketibe rewacê jî, rewşa însanî ya li Xezeyê baş nebû.


Ji ber ku Îsraîlê berpirsiyariyên xwe yên peymanê bi cih neanîn, ji bo Xeta Xezeyê derbaskirina xida, derman, alavên tibî, sotemenî û ekîpmanên sitarbûnê sînordar kir, rewşa însanî xerabtir dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın