Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan ji 61 hezarî derbas bû

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 87 kes zêde bû û gihîşt 61 hezar û 20î.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 87 kesan û 644 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir ku di van êrîşan da 9 hezar û 519 Filistînî hatin kuştin, 38 hezar û 630 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat gotin Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê ya ku di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belavkirinê ava kirine û li wan herêman ji 27ê Gulanê û vir va bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan dikin, di van êrîşan da 1568 kes hatin kuştin, 11 hezar û 230 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 8 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber biçîbûnê mirin jê 94 zarok, gihîşt 188an.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 61 hezar û 20î, ya birîndaran jî bû 150 hezar û 671.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.