Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 76 zêde bû û gihîşt 62 hezar û 895an

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Xeta Xezeyê ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dewam dikin da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 76 kes zêde bû û derket 62 hezar û 895an.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 76 kesan û 298 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir û di van êrîşan da 11 hezar û 50 Filistînî hatin kuştin, 46 hezar û 886 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xezeyê di 24 saetan da 18 Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn di êrîşan da hatin kuştin, 106 kes jî birîndar bûn.
Her wiha, hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 2 hezar û 158 kes hatin kuştin, 15 hezar û 843 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 62 hezar û 895an, ya birîndaran jî bû 158 hezar û 927.
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê mecbur kiriye, di 24 saetên dawîn da 10 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 119 zarok, gihîşt 313yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.