Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 60 zêde bû û gihîşt 62 hezar û 64an

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 60 kes zêde bû û derket 62 hezar û 64an.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 60 kesan û 343 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir ku di van êrîşan da 10 hezar û 518 Filistînî hatin kuştin, 44 hezar û 532 kes jî birîndar bûn.
Her wiha, hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 1996 kes hatin kuştin, 14 hezar û 898 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di 24 saetên dawîn da 31 Filistîniyên ku hewl didan alîkariyê hildin hatin kuştin, 197 kes jî birîndar bûn.
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê mecbur kiriye, di 24 saetên dawîn da 3 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber biçîbûnê mirin jê 112 zarok, gihîşt 266an.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 62 hezar û 64an, ya birîndaran jî bû 156 hezar û 573.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê cinazeyê bi hezaran kuştiyî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.