Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 21 zêde bû û derket 67 hezar û 160an

Mahmut Geldi  | 06.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 21 zêde bû û derket 67 hezar û 160an

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 21 zêde bû û derket 67 hezar û 160an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 21 kuştî û 96 birîndar bo nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê hatin veguhestin.

Dîsa hat balkişandin ku ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 13 hezar û 568 Filistînî hatin kuştin û 57 hezar û 638 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 67 hezar 160an, ya birîndaran jî derket 169 hezar û 679an.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın