Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawî da 65 zêde bû û gihîşt 67 hezar û 139an

Nour Mahd Ali Abuaisha, Halime Afra Aksoy  | 05.10.2025 - Rojanekırın : 05.10.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawî da 65 zêde bû û gihîşt 67 hezar û 139an

Gazze

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023an û vir va dewam dikin da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawî da 65 zêde bû û gihîşt 67 hezar û 139an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kuştî û birîndaran ên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê da agahiyên nû parve kir.

Hat gotin ku di nav 24 saetan da cinazeyên 65 kesan û 153 birîndar anîn nexweşxaneyan.

Hat destnîşankirin ku Îsraîlê agirbesta ku di 19yê Çileya Paşîn da kete rewacê xirab kir û di 18ê Adarê da dîsa dest bi êrîşan kir ku di van êrîşan da 13 hezar û 549 Filistînî hatin kuştin, 57 hezar û 542 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 2 hezar û 605 kes hatin kuştin, 19 hezar û 124 kes jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 67 hezar û 139an, ya birîndaran jî derket 169 hezar û 583yan.

Hat destnîşankirin ki di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın