Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 9 kes zêde bû û derket 70 hezar û 112yan

Halime Afra Aksoy  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 9 kes zêde bû û derket 70 hezar û 112yan

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 9 kes zêde bû û derket 70 hezar û 112yan.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 9 Filistîniyan yên ji binê kavilan hatine derxistin û birîndarek anîne nexweşxaneyan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 356 kes hatin kuştin, 909 kes birîndar bûn û cinazeyên 616 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 70 hezar û 112yan û ya birîndaran jî bû 170 hezar û 986.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın