Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 14 kes zêde bû û derket 68 hezar û 280î

Mahmut Geldi  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 14 kes zêde bû û derket 68 hezar û 280î

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 14 kes zêde bû û derket 68 hezar û 280î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyê 14 kesan û 2 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê ku jê 13 kes ji binê kavilan hatine derxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin di êrîşên piştî agirbestê dewam kirin û heta niha da 89 kes hatin kuştin, 317 kes birîndar bûn û 449 kes jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 8 Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê li dar dixe da hatin kuştin derket 68 hezar û 280 û ya birîndaran jî bû 170 hezar û 375.

Ji bilî vê, hat destnîşankirin ku 32 Filistîniyên ku Îsraîlê teslîm kirin û nasnameyên wan ji hêla eqrebayên wan va hatin tesbîtkirin jî li ser hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin, hatin zêdekirin.

Hat destnîşankirin ku di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın