Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 126an
Gazze
ÎSTANBUL (AA) - Ji Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 126an.
Artêşa Îsraîlê li Xezeyê digel agirbestê êrîşên xwe didomîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên dawîn ên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da termên 3 Filistîniyan û 4 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji 10ê Cotmeha 2025an a destpêkirina agirbestê û vir va bi êrîşên Îsraîlê 641 kes hatin kuştin û 1711 kes jî birîndar bûn. Di vê maweyê da her wiha termên 755 kesan jî ji bin kavilan hatin derxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 126an, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 809an.
Tê diyarkirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê jî cinazeyên bi hezaran kuştiyan hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
