Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 386an

Safiye Karabacak  | 04.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 386an

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 386an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 3 Filistîniyan ên ku jê kesek ji ber ku avahî hilweşiya û di binê kavilan da mir û hat derxistin û 13 birîndar anîn nexweşxaneyan.

Di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 420 kes hatin kuştin, 1184 kes birîndar bûn û cinazeyên 684 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 71 hezar û 386an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 264.

- Li Xezeyê agirbest û peymana pevguhertina dîlan

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.

Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın