Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 384an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 2 kes zêde bû û derket 71 hezar û 384an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.
Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyê 3 kesan yên ku jê kesek ji binê kavilan hatine derxistin û 18 birîndar anîne nexweşxaneyan.
Di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 418 kes hatin kuştin, hezar û 171 kes birîndar bûn û cinazeyê 684 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 71 hezar û 384an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 251.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
