Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 269an

Safiye Karabacak  | 31.12.2025 - Rojanekırın : 31.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 269an

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 48 saetan da 3 kes zêde bû û derket 71 hezar û 269an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 48 saetan da cinazeyên 3 kesan yên ku jê 2 kes ji binê kavilan hatine derxistin û 10 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 415 kes hatin kuştin, 1152 kes birîndar bûn û cinazeyên 682 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 71 hezar û 269an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 232.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın