Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da di 48 saetên dawîn da hejmara kuştiyan 7 zêde bû gihîşt 69 hezar û 733an
Istanbul
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, di 48 saetên dawîn da hejmara kuştiyan 7 zêde bû gihîşt 69 hezar û 733an.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 48 saetên dawîn da 7 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûne.
Di êrîşên ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 318 kes hatine kuştin û 788 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 572 kesan hatine derxistin.
Ji cotmeha 2023yan va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da canê xwe ji dest dane gihîşt 69 hezar û 733an, hejmara birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 863an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
