Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 24 saetan da 51 Filistînî hatin kuştin û hejmara kuştiyan derket 61 hezar û 827an

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va êrîşên Îsraîlê lê berdewam in hejmara kuştiyan gihîşt 61 hezar û 827an.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 51 kes hatin kuştin û 369 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da ya ku Îsraîlê 19ê Çileya Paşîn binpê kiribû, heta niha 10 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin û 43 hezar û 234 kes jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 61 hezar û 827 kes hatine kuştin û 155 hezar û 275 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin li Xeta Xezeyê hê jî bi hezaran cinaze di binê kavilan da ne.
- Ji ber êrîşên dawîn yên Îsraîlê li Xezeyê 8 Filistînî hatin kuştin
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dawîn li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê 6 jê ji heman malbatê 8 Filistînî hatin kuştin.
Îsraîl li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî êrîşên xwe yên dijî sivîlan didomîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hilda, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşî mal û çadirên Filistîniyan û kesên ji cî û warê xwe bûne û li benda alîkariyê ne, kir.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê da dijî herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê li dar xist, 6 jê ji heman malbatê 8 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyan ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.