Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 20 Filistînî hatin kuştin

- Di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî deverên cuda yên Xezeyê da 20 Filistîniyên ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn, canê xwe ji dest dan

Hosni Nedim, Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 12.09.2025 - Rojanekırın : 12.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 20 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

Li gorî şahidên bûyerê û çavkaniyên nexweşxaneyê, artêşa Îsraîlê ji saetên sibehê pê va wargehên sivîlan, kesên ku li benda alîkariyê ne û xaniyên li deverên cuda kire armanc.

- Bakurê Xeta Xezeyê

Îsraîlê li herêma Tuwanê ya li bakurê rojavayê bajarê Xezeyê, êrîşî xaniyekî malbata Sultan kir.

Di êrîşê da 14 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşeke artêşa Îsraîlê da, ya li taxa Şêx Ridwanê ku li dijî qadeke ku sivîl lê kom bûbûn li dar xist, 4 Filistînî hatin kuştin.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi robotên teqemenîbarkirî xanî û avahiyên li herêmê hilweşandine, di heman demê da bi top û çekên makîneyî êrîşên dijwar li dijî deverên derdorê li dar xistine. Hat ragihandin ku Îsraîlê deverên rojhilatê taxa Şûcaiyeyê jî bi topan hedef girtiye.

- Naverasta Xeta Xezeyê

Îsraîlê her wiha kampeke çadiran a li bajarê Dêr Belahê ya Xezeyê hedef girt. Di êrîşê de gelek Filistînî birîndar bûn.

- Başûrê Xeta Xezeyê

Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê ku dikeve başûrê Xezeyê li dijî kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn êrîş li dar xist, di êrîşê da Filistîniyekî canê xwe ji dest da.

Her wiha li bajarê Xan Yûnisê jî li derdora Nexweşxaneya Nesrê bi dronê rasterast karmendê Wezareta Tenduristiyê Emîn Ebû Muslim kir armanc û di encamê da Ebû Muslim canê xwe ji dest da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın