Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 267an
Gazze
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 267an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştiyan parve kirin.
Li gor daxuyaniyê di êrîşên ser Xezeyê da di 24 saetên dawî da 2 kes hatin kuştin, 11 kes birîndar bûn.
Ji 10ê Cotmeha 2025an roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 691 kes hatin kuştin, 1876 kes birîndar bûn. Ji binê kavilan cinazeyên 756 kesan hatin derxistin.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 72 hezar û 267an, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 976an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê cinazeyê bi hezaran kesî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
