Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 667an

Hamdi Yıldız  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 667an

Istanbul

 Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê ji Cotmeha 2023yan vir va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin, derket 71 hezar û 667an.

Îsraîl digel agirbestê êrîşên xwe yên dijî Xezeyê didomîne.

Îsraîl li dijî bakur û başûrê Xezeyê êrîşên asîmanî û bejahî didomîne

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 5 Filistînî hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêka agirbestê û vir va ku 10ê Cotmeha 2025an ketibû rewacê, 492 kes hatin kuştin û hezar û 356 kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 71 hezar û 667an, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 430yî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın