Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Refahê da di 24 saetên dawîn da 35 Filistînî hatin kuştin

Mustafa M. M. Haboush, Safiye Karabacak  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 09.05.2024
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Refahê da di 24 saetên dawîn da 35 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Di êrîşên Îsraîlê yên dijî bajarê Refahê da yê li başûrê Xeta Xezeyê yê ji ber êrîşan qedera 1,5 milyon însanî xwe spartiye wir, di 24 saetên dawîn da 35 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Kuweytê ya li Refahê hat wergirtin, cinazeyên 35 kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê yên 24 saetên dawîn da hatin kuştin û her wiha 129 birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hat diyarkirin, piraniya kesên di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê da hatin kuştin jin û zarok in û her wiha beşeke mezin a cinazeyên wan perçe perçeyî bûne.

Balafirên şer û topxaneyên Îsraîlê yên êrîşên giran dibin ser herêmên li rojhilatê Refahê, di êrîşên duh êvar da dewam dikin da zeviyên vala, malên sivîlan û avahiya şaredariyê kirin armanc.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın