Di êrîşên Îsraîlê da yên ku bereksê agirbestê li dijî Xezeyê hatin kirin 2 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku bereksê agirbestê li dijî Xezeyê hatin kirin, 2 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî WAFAya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê, artêşa Îsraîlê bereksê agirbestê, Taxa Şaafê ya li rojhilatê bajarê Xezeyê bordûman kir.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê da 2 kes hatin kuştin.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên di 8ê Cotmeha 2023yan dest pê kirin, li Xeta Xezeyê 68 hezar û 216 Filistînî hatin kuştin û zêdeyî 170 hezar kesî jî birîndar bûn.