Dinya

Di êrîşên Îsralê yên ku li Xezeyê dijî xanî û konan lidarxistin da 12 Filistînî hatin kuştin

Hosni Nedim, Ömer Erdem  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Di êrîşên Îsralê yên ku li Xezeyê dijî xanî û konan lidarxistin da 12 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Di êrîşên artêşa Îsralê yên ku li Xeta Xezeyê dijî xanî û konan lidarxistin da di nava wan da yên ku li hêviya alîkariya mirovî, 12 Filistîniyan canê xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ji şahidan û ji çavkaniyên nexweşxaneyan sitand, Li bajarê Xan Yûnisa ku dikeve başûrê Xeta Xezeyê, droneyeke Îsraîlê li herêma Mewasiyê li dijî konên Filistîniyên bê cih û war êrîş li dar xist di encamê da 4 Filistînî hatin kuştin.

Dîsa li rojavayê Xan Yûnisê, nêzîkî îstasyona Taberiyeyê di encama êrîşa dijî konekî da jinekê canê xwe ji dest da û hinek kes jî birîndar bûn.

Li başûrê Xan Yûnisê jî eskerên Îsraîlê qelebalixeke ku li hêviya alîkariya mirovî bû gulebaran kir. Di êrîşê da 3 Filistînî hatin kuştin, 73 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Dêr Belehê ya li naverasta Xeta Xezeyê jî droneyeke Îsraîlê wesayiteke sivîl kir armanc û di encamê da 4 Filistînî hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın