Di êrîşên ku Îsraîlê li Xezeyê kirin da 63 kes hatin kuştin

Istanbul
Di êrîşên Artêşa Îsraîlê yên ku li çendîn bajarên Xeta Xezeyê dewam dikin da 63 Filistînî hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat gotin ku artêşa Îsraîlê li nêzî Çariyana Texliyeyê ya li başûrê bajarê Xan Yûnisê êrîş bir ser sivîlên li benda alîkariyê bûn.
Li gor daxuyaniyê di êrîşê da herî kêm 51 kes hatin kuştin û sedan kes jî birîndar bûn, cinazeyên kuştî û birîndaran anîn Kompleksa Tibê ya Nesrê.
Wekî din jî li deverên cuda yên li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da 3 jê zarok 12 kes hatin kuştin.
Wezaretê daxuyand ku di êrîşan da ji 200î zêdetir birîndar hene û ji van herî kêm talûkeya 20 kesan heye.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku serwîsên acîlan û beşa nexweşên giran tijî bûne û ji kapasîteya xwe zêdetir nexweşan tedawî dikin, xizmet bi derfetên gelek kêm tên kirin û tengasiya dermanan tê kişandin.
Wezareta Tenduristiyê ji hemû saziyên têkildar ra dubare bangewazî kir ku demildest alîkariya tibî ya acil bidin Xezeyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.