Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawî da 5 zêde bû û derker 68 hezar û 234an
Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 5 zêde bû û derket 68 hezar û 234an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 4 jê ji binê enqazan cinazeyên 5 kuştî û 4 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji destpêka agirbestê heta niha bi tevahî 88 kes hatin kuştin, 315 kes birîndar bûn û ji binê enqazan cesedê 436 kesan hatin derxistin.
Ji Îsraîlê cinazeyê 30 Filistîniyên din jî teslîm hatin standin ku nasnameya wan en diyar e. Bi van va jimara cinazeyên ku heta niha hatine hildan, derket 195an.
Li gorî daxuyaniyê heta niha cinazeyê 57 Filistîniyan ji aliyê eqrebayên wan va hatin tesbîtkirin.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 68 hezar û 234an, jimara birîndaran jî derket 170 hezar û 373yan.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
