Dinya

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da 3 kur û 4 neviyên Heniyyeyê pêşengê Hemasê hatin kuştin

Hussameldin Abdelgadir Salih Mohamed, Halime Afra Aksoy  | 11.04.2024 - Rojanekırın : 12.04.2024
Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da 3 kur û 4 neviyên Heniyyeyê pêşengê Hemasê hatin kuştin

Gazze

 Hemasê ragihand ku Îsraîlê li Kampa Penaberan a Eş-Şatiyê ku dikeve rojavayê bajarê Xezeyê, wesayîteke ku di rê da bû kir hedef û di êrîşê da 3 kur û 4 neviyên Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê hatin kuştin.

Hemasê der barê êrîşê da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku malbata Heniyye ji bo pîrozkirina eyda şêniyên kampê bi wesayîtê digeriyan û rastî êrîşê hatin û kesên ku di wesayîtê da bûn, tev hatin kuştin.

Di êrîşa ku roja yekemîn a Eyda Remezanê hat kirin da bi navê Hazim, Emîr û Mihemed sê kurên Heniyye, bi navê Muna, Amal, Xalid û Rezan çar neviyên wî hatin kuştin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi têlefonê sersaxî dan Îsmaîl Heniyyeyê pêşengê Hemasê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın