Di êrîşên ku Îsraîlê agirbest binpê kir û pêk anîn da 10 Filistînî hatin kuştin
Istanbul
GAZZE (AA) - Di êrîşên ku Îsraîlê li Xeta Xezeyê agirbest binpê kir û pêk anîn da 10 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên tenduristiyê hat wergirtin, artêşa Îsraîlê li Cibaliyeya li bakurê Xezeyê li dijî konekî Filistîniyên derbederbûyî û li Xan Yûnisê jî li cihekî sivîl lê kom bûn, êrîşa asîmanî pêk anî.
Li gorî encamên destpêkê di herdu êrîşan da 10 Filistînî hatin kuştin.
Şahidên bûyeran jî diyar kirin ku artêşa Îsraîlê, herêmên rojhilatê bajarê Xezeyê û her wiha naverast û başûrê Xeta Xezeyê dan ber topxaneyan û li dijî bakurê bajarê Refahê jî bi tifingên bi makîne gule agir kirin.
Her wiha hat destnîşankirin, artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Cibaliyeyê hin malên Filistîniyan bi teqemeniyan teqandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
