Di êrîşên ku Îsraîl digel agirbestê li Xeta Xezeyê kirin da 4 Filistînî hatin kuştin
Gazze
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê digel agirbestê li Xeta Xezeyê kirin da 4 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin hildan hêzên Îsraîlê Taxa Zeytûnê ya li başûrê rojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kir.
Di êrîşê da 4 Filistînî hatin kuştin.
Şahidan dan zanîn ku cenazeyên Filistîniyên hatin kuştin neqlî Nexweşxaneya Şifayê ya li rojavayê Xezeyê kirin.
Îsraîl digel peymana agirbestê ya ku di 10ê cotmeha 2025an da ket rewacê êrîşên xwe didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
