Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê îro li Xezeyê kirin da 33 jê zarok, jin, kal û pîr herî kêm 50 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê ya ku îro serê sibê li Xeta Xezeyê kir, 33 jê zarok, jin û kal û pîr herî kêm 50 Filistînî hatin kuştin.
Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê der barê êrîşên tund ên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê da daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em qetlîamên xwînî yên ku ji aliyê artêşa dagirker a Îsraîlê va li dijî sivîlên bêguneh li Xeta Xezeyê tên kirin, bi tundî şermezar dikin."
Hat daxuyandin ku êrîş serê sibê zêdetir çêbûn ku Îsraîlê êrîşî malên sivîlan, cihên ku xwarin lê tên belavkirin, sitargehên ku Filistîniyan xwe sipartinê û nexweşxaneyan kir.
Hat gotin Îsraîl sûcê nijadkujiyê dike, ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê ya ku îro danê sibê li Xeta Xezeyê kir 33 jê zarok, jin û kal û pîr herî kêm 50 Filistînî hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku Îsraîl li Xezeyê "çeka kuştin û birçîbûnê ya li dijî sivîlan" bi kar tîne û bi eşkere û sîstematîk hiqûq û peymanên navneteweyî binpê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.