Dinya

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da 88 Filistînî hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar  | 29.06.2025 - Rojanekırın : 29.06.2025
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da 88 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 88 zêde bû û derket 56 hezar û 500î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Di encama êrîşên ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da piranî jê jin û zarok 88 Filistînî hatin kuştin, 365 kes birîndar bûn.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 56 hezar û 500î, jimara birîndaran jî derket 133 hezar û 419an.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbest xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 6 hezar û 175an, jimara birîndaran jî derket 21 hezar û 378an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın