Dinya

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên dijî Libnanê da 11 kes hatin kuştin

Mahmut Geldi  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 04.03.2026
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên dijî Libnanê da 11 kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên dijî Libnanê da li gorî agahiyên ewil 11 kes hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.

Atêşa Îsraîlê gef xwar ku li başûrê Libnanê êrîşî 30 gund û bajarokan bike û xwest ku herêm derhal bê valakirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee di daxuyaniya xwe da navên 30 gund û bajarokên li başûrê Libnanê eşkere kir.

Adraee xwest ku niştecîhên van gund û bajarokan divê bilez terka malên xwe bikin û îdîa kir ku ew ê cîhên Hîzbullahê bombebaran bikin.

Adraee daxuyand ku niştecîh divê herî kêm kîlomêtroyekî herin dûr û venegerin malên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın