Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 72 hezar û 51ê
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji cotmeha 2023yan va li dijî Xeta Xezeyê berdewam in da, hejmara kuştiyan di 48 saetan da 2 kes zêde bû û gihîşt 72 hezar û 51ê.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li dijî Xeta Xezeyê didomîne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 48 saetan da termê 2 Filistîniyan digel 15 birîndaran gihîştine nexweşxaneyên li Xezeyê.
Di êrîşên ji 10ê cotmeha 2025an, ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 591 kes hatine kuştin û 1598 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 726 kesan hatiye derxistin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, hejmara kuştiyan gihîşt 72 hezar û 51ê û ya birîndaran jî gihîşt 171 hezar û 706an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
