Dinya

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 21 Filistînî hatin kuştin

Gülşen Topçu  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 22.11.2025
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 21 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê peymana di 10ê cotmehê da hat îmzekirin îxlal kir û birin ser herêmên cuda yên Xeta Xezeyê da jin û zarok jî di nav da herî kêm 21 Filistînî hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê di çend saetên dawîn da li bakur û aliyê navîn ê Xeta Xezeyê dijî wesayîtek û 4 malan êrîş kirin.

Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê di daxuyaniya xwe da got ku li Xaçerêya El-Ebbasê ya li rojavayêbajarê Xezeyê wesayîteke sivîl hedef hat girtin û 5 kes hatin kuştin.

Şahidan dan zanîn ku ji kesên di êrîşê da hatin kuştin 3 jê di wesayîtê da bûn û 2 jê jî ji rê ra derbas dibûn. Di êrîşê da zarok jî di nav da hin kes birîndar bûn.

Di êrîşa dijî xaniyê malbata El-Hudara li Taxa Nasrê ya li rojavayê bajarê Xezeyê da jî 4 kes hatin kuştin.

Di êrîşa dijî maleke nêzî Nexweşxaneya El-Awdeyê ya li Kampa Penaberan a Nusayratê da jî 3 Filistînî hatin kuştin û 11 Filistînî birîndar bûn.

Li Nusayratê di êrîşa ku li "Kampa 2yemîn" dijî xaniyekî hat kirin da jî jin û zarok jî di nav da 7 Filistînî hatin kuştin.

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî maleke li bajarê Deyr el-Belahê ya li aliyê navîn ê Xeta Xezeyê cî digire kirin. li gor agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan di êrîşê da 2 Filistînî hatin kuştin û birîndar hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.