Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê da li bajarê Îsfehanê fabirqeyeke pola bû hedef
Istanbul
Hat ragihandin ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê da li bajarê Îsfehanê fabirqeyeke pola bû hedef.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê Fabirqeya Pola ya Mubarek a li Îsfehanê di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hat hedefgirtin.
Hat gotin ku fabirqeya navborî cara duyem hat bombebarankirin, der barê xesar û kuştin an jî birîndaran da hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Li gor gotinê Fabirqeya Pola ya Mubarek li Rojhilata Navîn û herêma Afrîkaya Bakur ji kompleksên sanayiyê yên herî mezin yek e ku tê da hilberîna polayê tê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
