Di êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nasirê ya li Xezeyê da jê 5 rojnamevan, 20 kes hatin kuştin

Istanbul
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî qata 4emîn a Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Xan Yunisê ya Xeta Xezeyê da jê 5 rojnamevan, 20 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê du êrîşên hewayî bir ser qata 4emîn a Nexweşxaneya Nasirê.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê pêşî êrîşî qata 4mîn a nexweşxaneyê kir û êrîşa duyemîn jî dema ku ekîbên alîkariya lezgîn hewl didan mirî û birîndaran xelas bikin, pêk anî.
Di êrîşê da nûçegihanê wêneyan yê Ajansa Nûçeyan a Reutersê Husam el-Misrî, kameramanê televîzyona El Cezîreyê ya ku navenda wê Qeter e Mihemed Selame, rojnamevan Meryem Ebu Dekka ya ku ji bo gelek dezgehên medyayê yên wekî Independent Arabia û APyê dixebitî, rojnamevan Muaz Ebu Taha yê ku di NBC Newsê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye da dixebitî û rojnamevan Ehmed Ebu Azîz hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku di êrîşê da xebatkarekî agirkujê jî di nav da 15 Filistînî hatin kuştin û 7 xebatkarên agirkujê yên ku hewl didan kuştî û birîndaran ji binê kavilan derxin jî birîndar bûn.