Di êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nasirê ya li Xezeyê da 15 kes hatin kuştin

Istanbul
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî qata 4emîn a Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Xan Yunisê ya Xeta Xezeyê da jê 4 rojnamevan, 15 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê du êrîşên hewayî bir ser qata 4emîn a Nexweşxaneya Nasirê.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê pêşî êrîşî qata 4mîn a nexweşxaneyê kir û êrîşa duyemîn jî dema ku ekîbên alîkariya lezgîn hewl didan mirî û birîndaran xelas bikin, pêk anî.
Di êrîşê da nûçegihanê wêneyan yê Ajansa Nûçeyan a Reutersê Husam el-Misrî, kameramanê televîzyona El Cezîreyê ya ku navenda wê Qeter e Mihemed Selame, rojnamevan Meryem Ebu Dekka ya ku ji bo gelek dezgehên medyayê yên wekî Independent Arabia û APyê dixebitî û rojnamevan Muaz Ebu Taha yê ku di NBC Newsê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye da dixebitî hatin kuştin.
Di agahiyên ewil da hatibû gotin ku kameramanê Reutersê Hatem Omar miriye, lê hat daxuyandin ku ew bi giran birîndar bûye.
Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku di êrîşê da xebatkarekî agirkujê jî di nav da 11 Filistînî hatin kuştin û 7 xebatkarên agirkujê jî birîndar bûn.