Dinya

Di êrîşa Îsraîlê ya dijî navenda alîkariyê da 3 Filistînî hatin kuştin, 46 kes jî birîndar bûn

Jomaa Younis, Ali Semerci  | 28.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Di êrîşa Îsraîlê ya dijî navenda alîkariyê da 3 Filistînî hatin kuştin, 46 kes jî birîndar bûn

Gazze

 Hikûmeta li Xezeyê daxuyand ku artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê ya li başûrê Xeta Xezeyê li dijî navenda alîkariyê êrîşek kir, di êrîşê da 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa medyayê ya hikûmetê da hat gotin artêşa Îsraîlê dema ku sivîl li navenda belavkirina alîkariyê civiyan li dijî wan êrîşek pêk anî.

Hat daxuyandin ku di êrîşê da 3 Filistînî hatin kuştin, 46 kes birîndar bûn û 7 kes jî hêj winda ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın