Dinya

Di êrîşa Îsraîlê ya dijî dibistaneke li Xezeyê da yek jê zarok, 5 kes hatin kuştin

Hosni Nedim, Safiye Karabacak  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Di êrîşa Îsraîlê ya dijî dibistaneke li Xezeyê da yek jê zarok, 5 kes hatin kuştin

Gazze

 Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî dibistaneke li bajarê Xezeyê ya ku sivîl lê sitar bûbûn da yek jê qîzeke biçûk, 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiya ku ki çavkaniyên herêmî hat hildan, artêşa Îsraîlê li bajarê Xezeyê êrîşî Dibistana Qahireyê ya ku sivîl lê sitar bûbûn, kir.

Di êrîşê da yek jê qîzeke biçûk, 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şifayê.

Di nav birîndaran da zarok jî hene û hat ragihandin ku milê zarokekî jê bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın