Dinya

Di êrîşa Îsraîlê da ji fermandarên Cîhada Îslamî Sewarika hat kuştin

Di êrîşê da ji xeynî Resmî Ebû Melhûs es-Sewarika, ji malbata wî 3 jê zarok 7 kes hatin kuştin

Önder Beyter  | 14.11.2019 - Rojanekırın : 15.11.2019
Di êrîşa Îsraîlê da ji fermandarên Cîhada Îslamî Sewarika hat kuştin

Gazze

Di êrîşa asîmanî ku artêşa Îsraîlê bi şev bi ser Xezeyê da ji fermandarên sereke yên Tevgera Cîhada Îslamî Resmî Ebû Melhûs es-Sewarika hat kuştin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, artêşa Îsraîlê nîvê şevê êrîşa asîmanî bir ser herêma Dêr el-Belah a Xezeyê.

Hat tesbîtkirin, di êrîşê da ji xeynî Sewarika, ji malbata wî 3 jê zarok 7 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.

Eşkere bû, malbata Sewarikayê ku hat kuştin, di bareqeyê da diman û êrîş jî gava malbat di xew da bû, hat kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da diyar kir ku Îsraîlê li herêma Dêr el-Belahê ji fermandarê payebilind ên Cîhada Îslamî Resmî Ebû Melhûs es-Sewarika kir hedefa xwe.

- Çi qewimî bû?

Artêşa Îsraîlê daxuyandibû ku wan li rojhilatê Xezeyê êrîş bi ser mala Beha Ebul Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ku baskê eskerî yê Cîhada Îslamî ye. Di êrîşê da Ebul Eta û jina wî Esma Ebul Eta hatibûn kuştin.

Piştî vê êrîşê li herêmê rageşî gur bûbû. Artêşa Îsraîlê 2 rojan êrîş biribûn ser hedefên Cîhada Îslamî yên li Xezeyê. Cihada Îslamî jî ji 360î zêdetir roket ber bi aliyê Îsraîlê agir kiribûn.

Cîhada Îslamî ragihandibû, agirbesta ku bi navbeynkariya Misirê çêbû, bi dema herêmê vê sibehê di saet 05.00an da dest pê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.