Dinya

Di êrîşa ÎHAyê ya ku Îsraîlê li rojhilata Libnanê bir ser wesayîtekê da 2 kes hatin kuştin

Ethem Emre Özcan, Mustafa Deveci  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Di êrîşa ÎHAyê ya ku Îsraîlê li rojhilata Libnanê bir ser wesayîtekê da 2 kes hatin kuştin

Beyrut

Artêşa Îsraîlê li beldeya Hewş es-Seyyîd Eliyê ku dikeve aliyê rojhilata Libnanê, ber sînorê Sûriyeyê, bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) êrîşî wesayîtekê kir û 2 kes kuştin.

Îsraîl digel peymana agirbestê ya Mijdara 2024an li dijî Libnanê êrîşên xwe didomîne.

Li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, li Hewş es-Seyyîd Eliyê ku dikeve ser sînorê Libnan û Sûriyeyê, serê sibehê ÎHAyeke Îsraîlê wesayîtek kir hedef.

Di êrîşê da 2 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û kirina êrîşê qebûl kir.

Ji aliyê din va artêşa Îsraîlê bişev li beldeya Cenatayê ya li bajarê Sûrê bi ÎHAyê êrîşî wesayîtekê kiribû û kesek birîndar kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın