Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Teyareyên şer ên rejima Beşar Esed û Rûsyayê êrîş birin ser cî û warên di nav sînorên Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da, hejmara sivîlên di êrîşan da hatin kuştin derket 15 kesan.
Mala çavdêriya teyareyan a mixalifan diyar kir ku rejima Esed li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê êrîşî navçeya Maaratinumanê Latmîna gundê Hemayê kirin, Rûsyayê jî di nav rojê da êrîşî Kefer Zîtaya navçe kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hatin sitandin, ber destê sibê li Kefer Zîtaya navçeya Hemayê 5 û li gundê Latmînê 2 bi tevahî 7 sivîl hatin kuştin.
Dirîşên rejimê û Rûsyayên berêvarê da jî yek ji wan wezîfedarê parastina sivîlan bi tevahî 8 sivîl hatin kuştin û hejmara sivîlên di nav rojê da hatin kuştin derkete 15 kesan.
Êrîşên ji hewayê dewam dikin, ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Ji serê hefteya borî vir da di êrîşên Rûsya û rêjimê yên li ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da hejmara sivîlên hatin kuştin ji 123yan derbas bû.
- Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê
Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan e. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da li civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin. Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest binpê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mitebeqeteke din jî çêkirin.
Hêzên rejimê bi alîkariya piştgiran va ligel mitebeqata Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an êrîşan didomîne.
Rejima Esed û piştgiriên wê li gel mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê agirbestê binpê dike û ji 17ê îlona 2018an vir da ji 553 hezarî sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.
Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kiribû ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê di êrîşên li ser Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê da di navbera 26ê nîsan û 12ê tîrmehê da 157ê wan zarok, 111ê wan jin bi tevahî 606 sivîl kuştin.