Di êrîşa ser dîspanseriya artêşa Iraqê da 7 esker hatin kuştin, 13 esker birîndar bûn
Baghdad
Wezareta Parastina Iraqê ragihand, li Enbarê di êrîşa ser Dîspanseriya Eskerî ya Hebaniyeyê da 7 esker hatin kuştin, 13 esker birîndar bûn.
Wezareta Parastina Iraqê der barê êrîşê da daxuyaniya nivîskî da û hat diyarkirin ku Dîspanseriya Eskerî ya Hebaniyeyê û Şaxa Karên Hebaniyeyê ya girêdayî Amirtiya Baregeha Hebaniyeyê ya Wezaretê rastî êrîşeke esmanî hat. Di êrîşê da 7 esker hatin kuştin û 13 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebata ekîbên lêgerîn û xelaskirinê dewam dike, ev êrîş bi awayekî eşkere binpêkirina hemû hiqûq û teamulên navneteweyî ne ku hedefgirtina tesîsên tibî û xebatkarên wan qedexe dike.
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn bê ka kê êrîş kir.
Duh li wilayeta Enbarê di êrîşa esmanî ya Amerîkayê da 15 mensûbên Heşda Şebî ya ku nêzî Îranê tê zanîn, hatibûn kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
